Artêşa dagirker li ser sînorê Efrînê xendeqan zêde dike

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê hemberî navçeya Bilbilê ya herêma Raco ya kantona Efrînê xendeqên nû dikole.

Artêşa dagirker piştî ku avakirina dîwar li hemberî gundê Kirdo û heta Ezrî yên navçeya Bilbilê bidawî kir, leşkerên  xwe li wê herêmê zêde kirin û dest bi kolandina xendeqên veşartî kirin.EFRIN-BELBELI-LEV-U-TEVGERA-TURKI (2)

Li gorî çavdêriyan, xendeqên ku tên kolandin di navbera xeta sînor a kevin û nû de ye. Li gorî  agahiyan hejmara xendeqan 20 in û di wir de topavêjan û alavên leşkerî hatine bicihkirin.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa  Tirk  a dagirker Bircên Kontrolê li ser sînor di navbera gundê Baliya, Kirdo û Elî Karo yên navçeya Bilbilê zêde kirine.

Şêniyên gundên sînor ên  navçeya Bilbilê diyar kirin ku liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker di nava erdê ku di demên dawî de dagir kiriyê, zêde bûye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

https://www.youtube.com/watch?v=MUOyblzRKA4

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …