Şervanan li taxa Hîşam Bin Ebdilmelek tunelek mezin dîtin

REQQA- Şervanên QSD`ê di pêşketina li Taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrî Reqqa, rastî tunelek mezin a çeteyên DAIŞʹê hatin. DAIŞʹê tunel ji bo tevgera xwe ji balafiran biparêzin bikar tanîn.REQA-SERVANA-DITINA-XENDEQEKE-CETEYA ‫(1)‬

Pêşveçûna şervanên QSD`ê ya di bajarê Reqqa de didome û bi her gavekê re, rêbazên şer ên DAIŞʹê baştir tê zanîn. Şervanên QSD`ê di pêşketina li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek rastî tunelek mezin a çeteyan hatin. Tunel di nava malakê de hatiya çêkirin, ferehiya devê wê derdora 2 metreyane û sê metreyan kur dibe û di bin malên li rex xwe ve jî dirêj dibe.

Şervanê QSD`ê Cisûr Hesekê destnîşan kir ku çeteyan ev tunel ji bo ku cihê wan ji aliyê şervan û balafiran ve neyê dîtin bikar tanîn, lê dema operesyonê de, ev noqte hat diyarkirin.

Hesekê da zanîn ku gava yekemîn a wan bombe avêtin tunelê û şopandin û wiha pê de çû:” Ez texmîn dikin ku 1 km pêş de diçe, ji xwe li malên hîna pêşiya me de tunelên din jî hene. Dawiya tunelan jî diyar nebûn.

Şervanê QSD`ê Miyesr El-Beşîr dema tunelek li taxa Meşleb şanî me kir, îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ`ê dixwestin ketina şervanan ji bajar re asteng bikin, lê wan guman nedikir ku şervan ji aliyê başûr ve derbasî bajar bibin, ji xwe derbarê cihê gelek tunelan de agahî di destê me de hene.”

Di operesyona paqijkirinê li taxên Meşel û Sînaa heta niha zêdeyî  10 tunelên çeteyan hatine dîtin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …