Li Reqqayê çeteyekî ragihandina DAIŞ′ê hat kuştin

REQQA – Di şerê ku li taxa Reqqaya Kevin qewimî de, çeteyekî ragihandina DAIŞ′ê hat kuştin.

Di şerê giran ê ku duh li taxa Reqqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajarê Reqqayê de, 11 çeteyên DAIŞ′ hatin kuştin û di nava wan de çeteyekî ku di ragihandina DAIŞ′ê de dixebite hebû.

Şervanan derfet bi dest xistin, xwe gihandin cenazeyê çeteyê ku di ragihandina DAIŞ′ê de dixebitî û amûrên wî jê girtin. Di kamereya çete de, dîmenên şewtandina malên welatiyên bajêr ji aliyê çeteyan ve, hene.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …