Şervana YPJ`ê: Em ê mafê xwe biparêzin

REQA- Bi armanca şerê li hemberî DAIŞ`ê û parastinan jinan tevlî nava refên YPJ`ê bû û li eniya şer ên Reqayê cih digire. 

REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEKE-YPJ-RE1 ‫(1)‬ ‫‬

Şervana YPJ`ê Adar Til Hemîs ji bo tevlî  rizgarkirina jinan û parastina wan bibe, di nîvê sala 2015`an de beşdarî  nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û niha di hemleya rizgarkirina Reqayê  li eniya rojhilat cih digire û çeka doşka 23 di şer der bikar tîne.

Adar da zanîn ku weke gelek jinên dîtir, ew jî rastî zulma DAIŞ`ê hat lê di hêza YPJ`ê azadî dit, lewma biryara beşdarbûna nava wan bû.REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEKE-YPJ-RE1 ‫(186057219)‬ ‫‬

Şervana YPJ`ê ku bi xwe ev cureyê çekan giran hilbijart wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku min ewqas zulm û êşkence bi çavên xwe dît, em ê bi hêz û îradeya xwe li hember her kesên ku azadiya me asteng dike rawestin.”

Adar bang li Jinên kurd, ereb, suryan û hemû pêkhateyên dîtir kir ku tevlî nava refên YPJ`ê bibin û mafê xwe biparêzin.

Şervana YPJ`ê ya bi eslê xwe ereb derbarê rêhevaltiya di navbera wê û çekê de wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez ji çeka xwe hez dikin, di hemû hemleyan de em bi hev re bûn, ez baş lê dinêrin û ew jî baş min diparêze.”

 

REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEKE-YPJ-RE1 ‫(186057218)‬ ‫‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …