Ev nexşe pêşveçûna şervanan û noqteyên şer diyar dike

REQA – Di nexşerêya ku yekem care li ser malperê tê weşandin, pêşveçûyîna  şervanan, taxên rizgarkirî û noqteyên şer têne xuyakirin.

Hemleya rizgarkirina Reqayê (ku di çarçoveya pêvajoya 4′emîn a hemleyê de hatiye destpêkirin) 81 roj li pey xwe hiştin. Pêşveçûna şervanên QSD′ê didome, gelek tax û sivîl têne rizgarkirin.

Di nexşeyê de 14 taxên bajêr ên rojava û bakur rojava ″Sebahiye, Qadisiye, Hitîn, Romaniye, Yermûk,″ taxên başûr ″Nezlet Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik″, taxên rojhilat ″Meşleb, Sînaa, Betanî, Reşîd, Rafîqa û Mihdî″ û taxa Reqaya Kevin a dikeve navenda bajêr, têne xuyakirin.

Taxên ku şerên dijwar lê rû didin ev in ″Deriye, Berîd û Nehda yên dikevin rojavayê bajêr, taxên Mirûr û Sekene yên başûr , taxa Mensûr a rojhilat û taxên Rewda û Rimêle yên bakur rojhilatê bajêr″.

Li aliyekî din jî taxên rizgarkirî û tunelên çeteyan ji mayînan têne paqijkirin. Armanca ji vê yekê vekirina riyên bi ewle ji bo rizgarkirina sivîlane.

Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku ji sedî 60 ji bajêr hatiye û wiha got: ″Pêşveçûna şervanan didome û bi hezaran sivîl ji dorpêça çeteyan têne rizgarkirin.″

Fermandarekî QSD′ê da zanîn ku şer gihîşt Sekene, Mensûr û Mirûr û got ku li van taxan hejmareke mezin ji welatiyên sivîl di bin dorpêça çeteyan de ne. Fermandar wiha axivî: ″Armanca me ya sereke rizgarkirina sivîlan e, were xwestin jî em ê pêşveçûna xwe dereng bikin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …