QSD`ê nexweşxaneya zarokan a Reqayê rizgar kirin, 48 çete hatin kuştin

REQA – Şervanên QSD`ê şeva din nexweşxaneya zarokan a Reqa û hin noqteyên din ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin. Her wiha di şerê şeva din de, 48 çeteyan hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 81`an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê di encama şerê ku şeva din li taxê rû da de, du jê sekvan 21 çete hatin kuştin. Her wiha li heman taxê maşîneyeke çeteyan a cibilxaneyê hat rûxandin.

Li taxa Mirur a aliyê rojava yê Reqayê, di encama şerê ku rû da de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya zarokan bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li vir jî 16 çete hatin kuştin.

Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê, şervanên QSD`ê bi pêşve çûn û gelek noqte ji taxê rizgar, kirin. Li vê taxê jî, di encama şerê ku rû da de, 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …