Şervana YPJ Jînda Qamişlo; ‘Em hewl didin birînên sivîlan bipêçin’

Di hemleya Bagera Cizîrê de pêşveçûna şervanan dewam dike. Şervanên QSD û YPJ ê çete xistine çembereke teng. Ev grûbên çete jî ji ber bêçaretiya xwe, sivîlan wek mertalekê bikartînin û nahêlin ew xwe bighînin herêmên bi ewle. Lê tevî zexta heyî her roj komeke sivîl berê xwe dide warên bi ewle yên di bin serweriya hêzên YPJ û QSD’ê de. Em dikarin bêjin ku di nava 10 rojên dawî de nêzî 7000 sivîl xwe ji destê çeteyên DAİŞ’ê xilas kirin û gihan herêmên bi ewle.

 

Şervana YPJ Jînda Qamişlo yek ji wan şervanane ku cihê xwe di hemla Bagera Cizîrê de digre û di her warî de pêdiviyên sivîlan pêşwazî dike. Jînda bi van gotinan rewşa sivîlan ji me re vegot; “Her sivîlek, bi taybet her jineke ku dighêje me, beriya her tiştî serpêhatiya xwe ya bi êş ji bo me vedibêje. Ji ber wê em hewl didin bi xizmetkirina wan, bi ew birina cihên bi ewle û aram êş û birînên wan bipêçin.”

 

Jînda Qamişlo bi van gotinan bal kişande ser rewşa sivîlên Dêrazorê; “Em li vir sivîlên ku xwe ji destê DAİŞ’ê xilas kirine, pêşwazî dikin. Hemû sivîlên ku dighêjin cem me, em destpêkê wan di kontrolek giştî re derbas dikin, ji bo em karibin rê li hatina çetan bigrin piştre jî em hemiyan dibin cihên bi ewle û pêwîstiyan wan pêşwazî dikin.”

 

Şervana YPJ Jînda di heman demê de anî ziman ku çete mayînan li ser rêya sivîlan datînin û wiha dawî li gotina xwe anî; “Ji bo sivîl dernekevin, çete li her derê mayînan li pêşiyan wan datînin. Ji ber wê bi dehan sivîl di rêde brîndarbûne û gelekan jiyana xwe ji dest daye. Wek şervanên YPJ’ê em ji bo rizgarkirina gelê xwe li virin. Ev erka me ya sereke ye û emê heya dawî ji bo wan şer bikin, tekoşînê bidomînin heya ku em jiyaneke bi aram û azad ava bikin.”

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …