DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de didome. Şervanên QSD`ê rojane bi sedan malbatên sivîlan ku çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertalên zindî bi kar tîne, da ku xwe ji derbeyên şervanên QSD`ê biparêzin, rizgar dikin.

Îro jî 5 malbatên bi eslê xwe ji Tirkiyê ne ku jin û zarok in, ji 2014`an ve tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne. Her wiha hevjînên wan di hemleyên şervanên QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kuştin.

Nûçegihanên  ku hemleyê dişopînin, navên wan jinan ku bi eslê xwe ji bajarên Konya, Enqere û Îzmîrê ne, bi dest xistin. Navên wan wiha ne: Fîdan Muhtar, Ozlem Gemîlî, Dîlek Buyuk û Berna Tok Korkmaz.

Nûçegihan teqez kir ku hevjînên wan jinan li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kuştin û ew jî bi eslê xwe ji Tirkiyê ne.