DÊRAZOR

Di nava malbatên ku gihîştin herêmên rizgarkirî de, 5 malbatên DAIŞ`î ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ne, hebûn.

Şervanên QSD`ê bi awayekî rojane bi sedan malbatan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin û wan ber bi herêmên rizgarkirî ve dibin. Piraniya wan jî ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên di baregehên wan ên dawîn de ne.

5  malbatên DAIŞ`î ku ji Tirkiyê, di nav de jin û zarok hene, tevî hevjînên xwe sala 2014`an tev li nava çeteyên DAIŞ`ê bûne. Piraniya hevjînên wan di hemleyên şervanên QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kuştin. Jinan diyar kir ku hevjînên wan li Reqayê hatine kuştin.

navên her 4 jinan ku bi eslê xwe ji bajarê Konya, Enqere û Îzmîrê ne, bi dest xistin. Navê wan wiha ne: Fîdan Muhtar, 3 zarokên wê hene. Ozlem Gemîlî, 4 zarokên wê hene. Dîlek Buyuk Saruglu û Berna Turkkorkmaz û 3 zarokên wê hene.

Dema ku yek ji endamên tîmên alîkariyê bi wan re axivî ku heger tu pêwîstiyên wan hebin an jî kes ji wan birîndar hebe û pêwîstiya wî bi alîkariyê heye û dema pirsa hevjînên wan kirin Berna Turkkorkmaz diyar kir ku hevjînê wî yê DAIŞ`î serbazekî payebilind di nava hêzên leşkerî yên Tirkiyê de bû û navê wî Adem bû.

Bi vê yekê careke din diyar dibe ku têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ û Tikriyê de kûr e û îstixbaratên Tirkiyê di nava çeteyên DAIŞ`ê de cih digirin. Her wiha Tirkiy çeteyên DAIŞ`ê bi rê ve dibe û bi her awayî alîkariyan ji wan re pêşkêş dike.