Şêniyên Mensûra vedigerin malên xwe

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê – REQQA – Şêniyên bajarokê Mensûra piştî ku ji mayînan hat paqijkirin, vedigerin malên xwe. Ji gundên din ên Reqqayê jî koçber êdî berê xwe didin û koçber ji herêmên derdora wê têne bajarok û gundên derdora wê.

REQQA-VEGERA-KOCBERAN (2)

Bajarokê Mensûra ya 27 km dikeve rojavayê Reqqayê di 3 hezîranê de ji çeteyên DIAŞ`ê hat rizgarkirin. Şervanan piştî rizgarkirina bajarok ew ji mayînên DAIŞ`ê paqij kirin û niha jî şêniyên bê bi dilekî rehet vedigerin bajarokê xwe. Piştî vegera gel xwediyê dikanan dikanên xwe vekirin û tevgerkirin li bazarê çêbû.

Koçberan berê xwe didin Mensûra

Di navbera 10 rojan li ser vegera şêniyên Minsûra a bajarê xwe derbas bû hejmareke mezin ji koçberên herêma Tedmur, Sixnê û Sefîre li Mensûra û hin koçber jî li gundên derdora wê bi cih bûn.

4 taxên Mensûre yên sereke Aliye, Amiriyê, Mensûra kevn El-Sidiyîn û El-Himêdî hene.REQQA-VEGERA-KOCBERAN (6)

Bajarokê Mensûra yek ji navendên çeteyên DAIŞ`ê yên girîng bû. Li gorî hejmariya rejîma Baas a Sûriyê ya 2004`an nêzî 60 hezar sivîl li bajarokê Mensûre dijîn.

 

 

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …