Çete gundên Efrînê topbaran dike, YPGʹê bersiv dide

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê  – EFRÎN – Komên çete yên Cebhet El-Nusrea û Ehrar El-Şam ji gundên Basûfanê û Başemrê yên navçeya Şêrawa topbaran dikin. Hêzên YPG/YPJʹê jî bersiva êrîşan dide.

Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra ji beriya du rojan ve êrîş û topbarna gundên Başermê û Basûfanê y ên navçeya Şêrawa ya Efrînê didomîne. Çete ji Keleha Semanê ya di ser herdû gundan re topbaranê pêk tîne. Hêzên YPG/YPJʹê jî bersiva êrîşê dan.

Hêzên YPG/YPJʹê çend roj berê di encama bersivdayîna topbarna çeteyan de çalakî lidar xistin û derbeyên giran li çeteyan dan. Di çalakiya ku di şeva 12ʹê hizêranê de li derdora gundê Basûfanê pêk hat 28 çete hatin kuştin.

Keleha Semanî ya ku çete êrîşan ji ser pêk tînin dikeve 30 kîlometreyan rojavayê bajarê Helebê û 7 kîlometreyan rojavayê bajaroka Darit Izê. Keleh di ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …