4 cangoriyên hemleya Reqqayê hatin oxirkirin

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê -MINBIC – Bi sedan şêniyên Minbic 4 cangoriyên xwe yên di Hemleya Rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûn, spartin axê.MINBIC-MERASIMA-4-LEHENGAN1 ‫(150077955)‬ ‫‬

Şêniyên bajarê Minbicê xwedî li her 4 cangoriyên xwe derketin û li pêşiya nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê kombûn. Piştî ku girseya gel cenazeya 4 cangoriyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hadî Hac Mihemed, Hesen Ibrahîm, Ednan Hac Mihemed û Fehed Hac Mihemed ji nexweşxaneyê wergirtin berê xwe dan goristana Cangoriyên Minbicê.

Dirûşmeya `Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd` ji aliyê girseyê ve hat berzkirin û piştî karwanê oxirkirina her 4 cangoriyan gihîşte goristanê merasîmê destpê kir.

Şervanên Erka Xweparastine di despêka merasîmê de torena leşkerî lidar xistin. Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Ibrahîm Xilîf di despêka gotinên xwe de Serokê dewleta Tirk Receb Tayîb Erdoxan bi dijminê yekîtiya gelan pênase kir û got:ʺTeror bi destê Erdoxan derbasî Sûriyê û herêmê bûyeʺ.

Xilêf di berdewamiya gotinên xwe de ji bo her 4 cangoriyan jî got ku ew her 4 şehîd pismamên hevin û ji bo parastina xak û rûmeta xwe canê xwe feda kirin.IBRAHIM EL XEFIF

Her wiha Hevseroka Desteya Parastine ya bajarê Minbicê Nofe Silêman di merasîmê de axivî û wiha got:ʺ Em ji hemû dayîkên ku zarokên wan ji bo xak û rûmeta xwe şehîd bûne sersaxî dixwazinʺ.

Derbare êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê Nofe Silêman wiha got:ʺ Her ku şervanên QSD`ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê biserdikevin, dewleta Tirk har dibe û êrîşî gundewarên Minbicê dike. Ev êrîşên dewleta Tirk têkçûn û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi lehengî li hemberî vê êrîşê li ber xwe danʺ.

Piştî axavtin bi dawî bûn endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Omer nasnameya her 4 şehîdan xwend, radestî malbata wan kir û piştre jî girseya gel cenazeya şervanan spartin axê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hadî Hac Mihemed, Hesen Ibrahîm, Ednan Hac Mihemed û Fehed Hac Mihemed 10`ê hezîranê di Hemleya Rizgarkirina Reqqayê li gundê Qabîe yê girêdayî Reqqayê şehîd bûn.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …