Şehîdên YPG`î yên Enternasyonalîst gihîşt Londrayê

NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê şervanên YPG’ê Olîver Hall (Canşer Zagor) ku di 25’ê Mijdarê di dema paqijkirina mayînan de li Reqayê şehîd bûbû û Jack Holmes (Şoreş Amanos) ku di 23’ê Cotmehê de li Reqayê şehîd bûbû gihişt Londrayê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Olîver Hall(Canşer Zagor) ku di 25’ê Mijdarê di dema paqijkirina mayînan de li Reqayê şehîd bûbû û Jack Holmes (Şoreş Amanos) ku di 23’ê Cotmehê de li Reqayê şehîd bûbû gihişt Londrayê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê li Balafirgeha Heathrow ji hêla Kurdistanî û malbatên wan ve bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin û ji bo otopsiyê cenaze birin nexweşxaneyê. Çapemeniya Înglîliz pir cih da merasîma cenazeyan.  Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre aktivîst Mark Campbell axivî.

Campbell got  Jac û Olîver ji bo mirovahiyê berê xwe dan Rojava û li dijî DAIŞ’ê bi qehremantî şer kirin. Piştî rizgarkirina Reqayê di dema xebatên paqijkirina mayînan de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî karên otopsiyê yên şervanên YPG’ê, Jac Holmes li Dorsetê, Olîver Hall jî wê li Porsmûthê were veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …