Çeteyên Tirkiyeyê girên Efrînê topbaran dikin

EFRÎN –Çavkaniyên ji herêma Efrînê ragihandin ku çeteyên Tirkiyeyê girên li derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku gelek topên ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) a girêdayî dewleta Tirk avêtine, li nava erdên çandiniyê û li ser van giran van gudan ketin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên çeteyan ku topan jê davêjin.

Topbarana çeteyan li dijî vê qadê hetanî niha dewa dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …