Bagera Cizîrê: Li nêzî bajaroka Hecîn 17 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Li nêzî bajaroka Hecîn di encama şerên giran a di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de 17 çete hatin kuştin. Her wiha kargeha çeteyan a çêkirina hawanan kete destê şervanên QSD`ê.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîre ku  di roja 126`an de  berdewam dike pêşveçûyîna şervanan didome.

Di pêşveçûyînên li nêzî bajaroka Hecîn di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê  şerên giran rû dan. Di encama şer de 17 çete hatin kuştin.

Di heman demê li bakur-rojhilat bajaroka Hecîn kargeha çeteyan a çêkirina hawanan kete destê şervanên QSD`ê. Di  kargehê de, gelek  hawan hatin dîtin.

Ji aliyekî din ve jî li gundê Xeranic hinek cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …