Sedan kesî sersaxî ji malbata Şehîd Umer Hesen re xwestin

SERÊKANIYÊ- Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundên wê çûn serdana konê sersaxiyê yê şehîd Umer Hesen û sersaxî ji malbatê re xwestin.KONE-SERSAXIYE-YE-TEKOSER-UMER-HESEN ‫(1)‬

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û gundên wê çûn serdana konê sersaxiy êku ji bo şervanê Erkaxweparastinê Umer Hesen ê di 4ʹê Tîrmeha 2017ʹan di hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqqayê de şehîd bû û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Konê sersaxiyê li gundê Diwêyê yê 10 kîlometreyan dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê sersaxî ji malbatê re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Bedîe Elî axivî û destpêkê bi xêrhatina hemû beşdaran kir û paşê bal kişand ser berxwedan û tekoşîna Şehîd Umer û got ku ew wekî malbatên Şehîdan dê heta dawî şopdarên riya cangoriyan bin.

Paşê li ser navê Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ`ê Şiyar Kobanê axivî û got ku ew bejna xwe li ber hemû şehîdên azdiyê ditewînin û soza şopandina riya cangoriyan da.

Li ser navê PYDʹê jî ê Bekir Îsa axivî û got ku di kesayet şehîd Umer de ew hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û got ku bi saya tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi azadî jiyan dikin.

Piştî axafitnan girseya gel sersaxî ji malbata şehîd Umer re xwestin û bi diruşmeyan dawî li serdana xwe anîn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …