Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 9 cangoriyên Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê, eşkere kir.
YPG`ê têkildarî şehadeta 9 şervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan nû kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Pêngava Rizgarkirina Reqqayê di roja 32`an de, bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî dorpêçkirina bajarê Reqqayê di navbera Hêzên Suriya Demokratîk(QSD) ku şervanên YPG û YPJ’ê aktîf cihê xwe digrin û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyên bombebarkirî, sivîlan wek mertal bikaranîn û rêbazên cûrbecûr ji bo pêşdeçûyîna şervanan hewldanên bi vî rengî bikarbîne jî şervanên azadiyê bi bîr û baweriyeke xurt ji bo rizgarkirina gel û bajêr êrişên çeteyan dişkînin rojane gund bi gund tax bi tax pêş de diçin û gelên ku di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de ne tên rizgarkirin.
Di navbera 3-6’ê Tîrmehê de di taxên El-Diriyê, sûrên dîrokî ku taxa kevin a Reqqayê û gundên başur-rojhilatê Reqqayê de şerê sînge sîng di navbera şervanan û çeteyan de çêbû. Di van şeran de 9 şervanên me ku Kurd û Ereb in bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Weke YPG û YPJ`ê di kesayeta 9 şehîdên me de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em soza welatekî azad ku hemû pêkhateyên herêmê tê de bi aştî û aramî bijîn, didin û ji bo wî têkoşînekî bê hempa bimeşînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên me yên berxwedêr re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Agirî Heleb
Nav û Paşnav: Îsa Mihemed
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tîrmeh 2017
Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û Paşnav: Dersim Fetah
Navê Dayikê: Maha
Navê Bav: Ebdilbaqî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 6 Tîrmeh 2017
Nasnav: Amed Hesekê
Nav û Paşnav: Yusuf Xelef
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 5 Tîrmeh 2017
Nasnav: Cîgerxwîn Hesekê
Nav û Paşnav: Xelîl Biro
Navê Dayikê: Zekiya
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tîrmeh 2017
Nasnav: Dilşêr Hesekê
Nav û Paşnav: Fehed Coher
Navê Dayikê: Melka
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 4 Tîrmeh 2017
Nasnav: Hût Hesekê
Nav û Paşnav: Bişar Şêxo
Navê Dayikê: Sara
Navê Bav: Selman
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 4 Tîrmeh 2017
Nasnav: Piling Qendîl
Nav û Paşnav: Mehmûd Mehmûd
Navê Dayikê: Xezala
Navê Bav: Telac
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tîrmeh 2017
Nasnav: Şahîn Hesekê
Nav û Paşnav: Xidir El Ehmed
Navê Dayikê: Hemîda
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Birak
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 4 Tîrmeh 2017
Nasnav: Şevger Hesekê
Nav û Paşnav: Îzedîn Nicum
Navê Dayikê: Sedeqa
Navê Bav: Nace
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 5 Tîrmeh 2017
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê