QSD’ê parçeya dîrokî teslîmî desteya Şûnwaran û Turîzmê kir

HESEKÊ – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parçeyek dîrokî ku vedigere hezaran salan ku li gundên Dêrazorê dîtin, teslîmî Desteya Şûnwar û Turîzmê kirin.

Hêzên QSD’ê li gundewarên Dêrazorê parçeyekî dîrokî ku vedigere çend hezar sal berê dîtin. Hêzên QSD’ê ji bo parstina parçeyê dîrokî yê behsa mijar ew parçe teslîmê Desteya Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê kirin.HSK-QSD-PARCEYEK-SUNWARAN-TESLIMI-DESETEYA-SUNWARAN-KIR (3)

Teslîmkirin li navenda QSD’ê ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna fermandarên QSD’ê pêk hat. Hevseroka Desteya Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Yûnis û Rêveberê Navenda Hesekê ya Desteya Şûnwar û Turîmê Ednan Berî jî di nav de hejmarek ji xebatkarên desteyê parçe ji QSD’ê wergirtin.

Ednan Berî da zanîn ku parçeyê hatiye dîtin vedigere serdema Babiliyan û wiha got”Di vê parçeyê de qat hene, di vê de jiyana wê demê û jiyana xwedawendên wan diyar dike. Her wiha di wê de diyar dibe çawa insanên wê demê jiyan dikirin. Di sala 1986’an de li herêma Ecaca ya Şedadê hatiye derxistin. Em ê wê sererast bikin da ku em wan bixin muzexaneyê. Parçeyên niha ketine destê me pir in, di demên pêş de em ê mûziyekê vebikin.”

Endamê Komîteya Têkiliyan a QSD’ê Xalid Cizîrî jî derbarê mijarê de diyar kir ku şervanên wan dema Pêngava Bagera Cizîrê pêşve diçûn di meha cotmeha 2017’an de ev HSK-QSD-PARCEYEK-SUNWARAN-TESLIMI-DESETEYA-SUNWARAN-KIR (2)parçe li gundewarên Dêrazorê dîtin û wiha dom kir”Em wekî hêzên QSD’ê di dema ku em insanan diparêzin, parastina nirxên civakê jî ji me re pir girîng e. JI ber vê yekê û ji bo parstina wê em niha vî parçeyî teslîmî saziya têkildar dikin. Em niha kêfxweş in ku em nirxên dîrokî yên civakê ku çeteyên DAIŞê ew tune dikirin, dikarin biparêzin.”

Hevseroka Desteya Şûnwar û Turîzmê Bêrîvan Yûnis derbarê mijarê de got ku hêzên QSD’ê parçe teslîmî wan û ev tişt anî ziman”Wekî diyar dibe, parçe ziyan dîtiye. Em ê vê di riya xebatkarên xwe yên pispor sererast bikin. Em niha parçeyan li cihekî ku were parastin komî ser hev dikin. Em vê parçeyî bixin muzexaneya ku dê di demên nêzîk de were çêkirin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …