YPG`ê bîlançoya 10 rojên dawî yên êrîşên li ser Bakurê

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bîlançoeya 10 rojên dawî yên êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Rojava û Bakurê Sûriyê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 10 rojên dawî eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha yeʺÊrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojava û Bakûrê Suriyê bê navber berdewam dikin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrişên çeteyan didin û di encam de şerên dijwar diqewimin. Di şer û pevçûnên 10 rojên dawî qewimîn de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çeteyek jî dîl hat girtin. Her wiha wesayîteke doçka barkirî a çeteyan û qereqolekî artêşa Tirk a dagirker hatin derbkirin. Dîsa di encama êrişan de zarokekî 10 salî birîndar bû û mal û zeviyên gundiyan zerar dîtin. Di şer û pevçûnan de şervanekî me jî bi qehremantî li ber xwe da û şehîd bû.

Di dîroka 07.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî bi çekên navîn, çekên doçka û topên hawanê êrişî Girê Bilbilê, Basûfanê, Girê Baz, Eyn Deqnê, Maranezê, Bircikê Silêman û Girê Xwedê yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 08.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê, çekên B7 û çekên doçka êrişî Girê Bilbilê, Maranezê, Basûfanê, Bircikê Silêman, Girê Baz, Girê Bahoz, Girê Banî û Girê Batman yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Her wiha balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker jî li ser herêma Bilbilê geriyan.

Di dîroka 09.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên doçka û roketên B7 êrişî Eyn Deqnê, Qestelê, Dîkmedaş, Girê Bahoz, Girê Bozan, Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrişên çeteyan dan û şer derket. Di encama şer de wesayîteke çeteyan ya doçka li ser derbe xwar.

Di dîroka 10.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî bi çekên navîn, doçka, fûze û topên hawanê êrişî Girê Bilbile, Şiltahtê, Îkidam, Girê Qestelê, Girê Barîn, Maranez, Eyn Deqnê û Bircikê Silêman yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bi çekên giran bersiva êrişan dan. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin. Her wiha di heman rojê de li Girê Delîl yê girêdayî gundê Dêr Belût çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve dîl hate girtin.

Di dîroka 11.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî bi çekên doçka û topên hawanê êrişî Eyn Deqnê, Belûniyê, Bircikê Silêman, Girê Baxtiyar, Girê Bager û Girê Qestelê yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan û di encama şer de çeteyek birîndar bû.

Di dîroka 12.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên karnas, çekên navîn, çekên doçka û topên hawanê êrişî Girê Baxtiyar, Eyn Deqnê, Boxaza Zarê, Girê Dîkmedaşê, Basûfanê, Bircikê Silêman, Girê Banî, Girê Bedirxan û Girê Baxtiyar yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiv dan êrişên çeteyan û di encama şer de li eniya Basûfanê çeteyek hat kuştin. Ji aliyê din ve tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker jî berdewam kirin.

Di dîroka 13.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî Basûfanê, Bircikê Silêman, Girê Banî, Girê Baz, Girê Bedirxan, Girê Baxtiyar, Girê Bahoz, Girê Delal, Girê Tîrêj, Girê Hemamê, Girê Meraniyê, Eyn Deqnê, Girê Dîkmedaş, xeta Reco ji Girê Sor heya Qarababa yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Di encama şerê ku hat jiyankirin de şervanekî me bi lehengî liberxwe da û gihişt asta şehadetê.

Di dîroka 14.01.2018an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî bi çekên karnas, doçka, topên hawanê û obûsan êrişî Mereskê, Kefer Cennê, Xedamat, Girê Brûsk, Girê Dilsoz, Girê Banî, Haciza Xezewî, Dîkmedaş, Belûniyê, Eyn Deqnê, Basûfanê û Girê Botan yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Di encama topbarana leşkerên artêşa Tirk de li eniya Mereskê zarokekî 10 salî birîndar bû. Ev zarok ji aliyê hêzên me ve ji cihê êrişê hat derxistin û hat dermankirin.

Di dîroka 15.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê, obus, çekên doçka û katyûşa êrişî Girê Başûr, Girê Bager, Girê Qestelê, Dîkmedaş, Belûniyê, Basûfanê, Eyn Deqnê û Şiltahtê yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Her wiha ji eniya Ezazê ve jî topbarana çeteyan pêş ket. Hêzên me di heman demî de bi çekên giran bersiv dan êrişa çeteyan. Di encama şer de li eniya Girê Başûr yek û li eniya Eyn Deqnê jî yek, bi giştî 2 çete hatin kûştin. Her wiha li eniya Dîkmedaş û Eyn Deqnê jî qereqolekî artêşa Tirk a dagirker hat derbkirin. Dîsa li eniya Ezazê jî bersiva êrişên çeteyan hat dayîn û kombûyînekî çeteyan bi îsabet hedef hat girtin. Di encam de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di dîroka 16.01.2018`an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên obûs, doçka û topên hawanê êrişî Belûniyê, Baflon, Qestelê, Qitmê, Mereskê, Eyn Deqnê, Tirindê û ji eniya Îdlîbê ve jî êrişî Girê Banî, Girê Bedirxan û Girê Bager yên girêdayî Kantona Efrînê kirin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …