Di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer derket

MINBIC – Çeteyên bi navê koma “Mertala Firatê” êrîşî nûqteyên Meclîssa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Çavkaniyên  ji bajarê Minbicê ragihandin ku çeteyên bi navê koma “Mertala Firatê” ya ku desteka xwe ji dewleta Tirkiyê digire êrîşî nûqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê El-Mehesnlî yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dan, di encamên de di navbera herdu aliyan de şer derket.  Derbarê encamên şer de agahî nehatin zanîn.

Di dema ku dagirkriya Tirkiyê êrîşî Efrînê dike de, koma “Mertala Firatê” hêza li xeta eniya bakur û bakurê rojavayê Minbicê zêde dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …