QSD: Me îxanet hilweşand, rêjîma El-Esed îxanet bi xwe ye

 NAVENDA NÛÇEYAN – QSD‘ê got ‘‘ Beşar El-Esed û bermahiyên desthilatdariya wê yên dawî ne ku ji mafê wan e ku behsa xiyanetê bikin, rêjîma El-Esed xiyanet bi xwe ye.‘‘

Feramndariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva daxuyaniya Serokê  Rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esed ku QSD‘ê bi îxanetê tewanbar dike, da.

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk wiha ye:

“Beşar El-Esed cardin li pêşberî dezgehên çapemeniyê derdikeve, îro duşemê 18/12/2017 hêzên me yên ku ji hemû pêkhateyan pêk tê û dawî li terora li Bakûrê Sûriye aniyê, bi xiyanetê tewanbar dike.

Wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk em ji daxuyaniyên bi vê rengî matmayî nîn in, ji ber ku gelê me bi hemû pêkhateyên Sûriye bi giştî û Bakurê rojhilatê wê bi taybet li hember rêjîma desthilatdar serî hilda û hemû saziyên wê yên ewlekarî û leşkerî ji herêmên xwe qewitandin, her wiha gelê  merheleya tarî ya dîroka zulm û zordestî ku nefesa civakê çikandibû, tune kir.

Beşar El-Esed hêza me ya ku sîstemeke civakî li ser bingehê edalet û wekheviyê ava dike, bi îxanetê bi nav dike, lê em ji daxuyaniya wî matmayî nemînin. Ji ber ku hêza me ji koka vê tecrûbeyê ava bûye û wekî hêzeke niştimanî di her qadan de şerê terorê dike û wan têk dibe. Lê ji ber ku sîstemên serwer tevgera gelerî wekî komployeke dibînin, tekez e ku tevgera me jî bi îxanetê bi nav bike.

Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk careke din tekez dikin ku em ê bê teredud têkoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin. Em dibêjin ku Beşar El-Esed û bermahiyên desthilatdariya wî yên dawî ne ku ji mafên wan e ku behsa xiyanetê bikin û ji ber ku rêjîmê bi xwe de komên cuda di welêt de ava kirin , van koman ziyan gihandin gel û xaka me, vê rêjîmê bi xwe derî li pêşiya terora biyanî vekir û terorên di girtîngehên xwe de serbest berdan da ku xwîna gelê Sûriye bimijîn.

Ev e rêjîma ku tevliheviyên mezhebî û olî derdixîne, li gorî van daneyan, ew bi xwe wateya xiyanetê temsîl dike. Lê gelên Sûriyeyê li hember îxaneta ku welat parçe dike disekine. Wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk jî  em daxuyaniyên bi vê rengî bi tu awayî  qebûl nakin”.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …