QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb û Akademiya Şehîd Lorens ên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî du dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin.

Akademiya Şehîd Ezîz a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Eyûb bi tevlêbûna 54 şervanên ku tev li QSD`ê bûne, bi dawî kir.

Her wiha Akademiya Şehîd Lorens dewreya 6`emîn a fermandarên leşkerî ya bi navê Ehmed El-Mustefa bi tevlêbûna 63 fermandaran bi dawî kir.

Fermandarên leşkerî, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, ji fermandarên YPJ`ê Zîlan Kobanê, yek ji fermandarên QSD`ê Serdar Qamişlo û bi dehan şervan û fermandarên QSD`ê tev li merasîmê bûn.

Her du dewreyên perwerdeyê 60 rojan berdewam kir. Di dewreyan de dersên leşkerî û birdozî her wiha dersên amadekirina fermandarên leşkerî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina her du dewreyan li Akademiya Şehîd Ezîz hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê toreneke leşkerî ji aliyê şervan û fermandarên ku perwerdeya xwe bi dawî kir ve, hate lidarxistin. Her wiha di merasîmê de Şervan Derwîş axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir.

Şervan Derwîş destnîşan kir ku ji bo ku ev pêvajoya hesas derbas bikin pêwîst e şervan û fermandar erka xwe pêk bînin. Şevan Derwîş diyar kir ku beriya 3 salan li Minbicê şerê di dijî terorîstan berdewam bû, beriya du salan bajarê Mibicê ji çeteyan hate rizgarkirin, beriya salekê jî şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi serkeftinê bi dawî bû, ew li hêviya rizgarkirina bajarê Dêrazorî ji çeteyan e û tekez kir ku ew lehengên şer in û dê Sûriyeyê ji terorê rizgar bikin.

Şervan Derwîş tekez kir ku ew li vê derê ne da ku ji hemû dinyayê re bibêjin ew ê têkoşîna xwe hata bidestxistina azadiyê berdewam bikin, ew lehengên şeran in û dê bibin lehengên serdema aştiyê jî û got ew ê di avakirina welatekî azad de rolên sereke bilîzin.

Paşê, şervanan soz da ku ew ê heta dawiyê erka xwe li hemberî welat û gelê xwe pêk bînin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …