Artêşa dagirker û çeteyan dikanên welatiyan kirin bargehên leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikanên bazirganî yên gundê Ebîdan a girêdayî navçeya Bilbilê kirin baregehên leşkerî.

Çavkaniyekî ji gundê Ebîdan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gelek baregehên leşkerî li gundên ser sînor ava kirin.

Her wiha di demên dawîn de jî, artêşa dagirker û çeteyên wê dikanên bazirganî yên naverasta gundê Ebîdan kirin bargehên xwe yên leşkerî.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa dagirker û çeteyên wê gelek malên welatiyên Efrînê kirine depoyên tiştên ku ji Efrînê dizîne.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …