QSD‘ê malbatek Êzidî ji pencên DAIŞ`ê rizgar kir

Yekîneyên Taybet ên QSD‘ê duh êvarê jineke Êzidî û du zarokên wê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Li gorî çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê; Yekîneyên Taybet ên QSD‘ê di çarçoveya operasyona paqijkirina herêmên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina sivîlan de malbateke Êzidî ji dê dê û du zarokên wê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ew birin cihekî bi ewle.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin navên jina hat rizgarkirin; Semra ji gundê Til Benat ê Şengalê ye. QSD‘ê jin û zarokên wê radestî Desteya Jin a herêma Cizîrê kir da ku bi hevkariya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê radestî xizmên wê bike.

Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) duh jî malbateke Êzidî ji dayik û 4 zarokên wê pêk tê, li qeraxa rojhilat a çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …