QSD: Em beşdarî operasyona li Idlibê nebûne

Berdevkê QSD`ê Kîno Gabrîyêl ragihand ku ew beşdarî operasyona leşkerî ya li herêma Idlibê nabin.

Dezgehên çapemeniyê yên alîgirê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, îdia kir ku QSD tev li operasyona leşkerî ya bi serkêşiya hêzên rejîmê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê li herêma Idlibê bûye

QSD`ê hemû gotegotên di vî warî de red kirin. Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabrîyêl daxuyaniyek li ser malpera Navenda Ragihandinê ya QSD`ê belav kir û tê de wiha hate gotin:

“Dezgehên çapemeniyê der barê beşdarbûna QSD`ê li operasyona leşkerî ya li herêma Idlibê de agahî belav kirin. Em wek QSD destnîşan dikin ku em beşdarî operasyona leşkerî ya li Idlibê nebûne û ev îdia ne rast in.”

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …