‘Til Hemîs beriya rizgarkirinê mîna bajarê xeyaletan bû’

Şervanên YPG`ê yên ku tev li pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bûbûn gotin, dema navçe di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû wek bajarê xeyaletan bû, niha vegeriyaye gulîstanekî.

Çeteyên DAIŞ`ê beriya 8 salan navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo dagir kiribûn. Navçe 3 salan di bin tariyê de ma. Ji beriya 5 salan  şervanên YPG û YPJ`ê navçe di 27`ê Sibata 2015`an de rizgar kirin. Piştre gelek pêngav hatin avêtin. Di encamê de tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ û komên çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirtin, hatin rizgarkirin.

Şervan Şoreş Qendîl ji gundê Um El-Kêr ê  gundewarê bajarokê Ceza yê navçeya Til Hemîsê ye. Şervan serpêhateya xwe di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de bi bîr anî û got: “Ew biranîn wê hertim di hişê me de zindî bimîne. Hem bûyerên bi êş hem jî yên xweş rû dan.

YPG`ê Til Hemîs û gelê wê parastin û ji zulma DAIŞ û hovîtiya wê xilas kirin. Banga şêniyan bersivandin û navçe rizgar kirin.”

Têkildarî guhertinên li navçeyê çêbûne Qendîl got: “Navçeya Til Hemîsê piştî 5 salan gelek pêş ketiye. Beriya rizgarkirinê mîna bajarê xeyaletan bû. Niha ew dişibe gulistanek rengîn.”

Şervan Ibrahîm Derwîş ji gundê Qeyrawan li başûrê Til Hemîsê ye. Îbrahîm Derwîş ê tev li pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bûye dibêje: “Operasyona rizgarkirina navçeya Til Hemîsê sê roj derbas nekir. Şervanan bi berxwedan û qehremantiyek mezin şerê çeteyan kirin.”

Derwîş destnîşan kir ku şêniyan şervanên YPG`ê yên ku Til Hemîs rizgar kirine bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirin û wiha axivî: “Piştî rizgarkirina navçeyê, piştî ku tevahiya hîmên jiyanê ji kehrbe û firin peyda bûn, şênî di nav ewlehî û aramiyê de ne.”

Derwîş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ciwanên gelek pêkhateyan û êlên Ereb û Kurd di nav refên YPG`ê de şer dikin. Cudahî di navbera wan de tune ye ji ber ku hemû rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ û terorê armanc dikin.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …