YPJ: Hevrê Nûcan evîna xwe bi parastina welatê xwe mezin kir      

YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîda xwe Nûcan Cûma ku di Berxwedana Serdemê de li Serêkaniyê şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî navê şehîdeke xwe eşker kir. YPJ’ê destnîşan kir ku şervana wan Nûcan Cûma (Şêrîn Silêman Murad) di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûbû lê ji ber ku nehatibû piştraskirin bê ka şehîd Nûcan dîl ketiye yan şehîd bûye, heta niha daxuyaniyek nedane û ji bo vê yekê lêborîn ji malbata şehîd û gel xwest.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di şexsê hevrê û nûnera ruhê welatparêziyê hevrê Nûcan de em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin. Ji malbata hevrê Nûcan û hemû gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re sersaxiyê dixwazin. Em sond û biryardariya xwe ya bi şehîdan re nû dikin.

Li hemberî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a faşîst, şehîdên me bi lehengiyeke mezin, ji bo welat û gelê xwe biparêzin, bi pêşxistina Berxwedana Rûmetê re destanên lehengiyê nivîsandan. Hevrê Nûcan jî bû yek ji lehengên Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê.

Hevrê Nûcan, li Girkê Legê di nav malbateke welatparêz û kedkar de mezin dibe. Ji destpêka şoreşê ve ew jî wek gelek keçên vê xakê, beşdarî nava refên şoreşê dibe. Heval Nûcan di sala 2011’an de tev li nav hêzên parastinê dibe. Ji wê demê heya niha bi awayekî çalak di nava YPJ’ê de cihê xwe digire. Şahidî ji gelek lehengî, fedakarî û destanên keç û xortên vî welatî re kir û bi sekna xwe ew jî bû parçeyek ji vê tekoşîna destanî.

Hevrêya me Nûcan, li Serêkaniyê di çepera herî pêş de sîng bi sîng bi dijmin re şerekî giran kir. Ji bo li pêşiya dijmin bibe mertaleke parastinê heya dawiyê di çepera xwe de li ber xwe da. Ev jî nîşaneya sekna jina Rojavayî ya ku dil û mêjiyê xwe bi şoreşê re, bi parastina welat re kire yek û ji bo wê jî canê xwe bê teredut feda kir. Ev sekna birûmet, sekna jina welatparêz a azadîxwaz e. Wê ev sekna ku bûye sembola rûmet û azadiyê, serkeftina şoreşê jî mîsoger bike.

Me demeke dirêj nedikarî agahî piştrast bikin ka hevrêya me Nûcan, dîl ketiye yan şehîd bûye. Ji ber vê rewşê, em lêborîna xwe ji malbat û gelê xwe dixwazin.

Li ser vê bingehê em hevrê Nûcan û di şexsê wê de şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Sersaxî ji malbata hevrê Nûcan û gelê me re dixwazin. Soza me daye şehîdên xwe nû dikin û dibêjin heya ku em hêvî, evîn û xeyalên wan bi cih bînin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nasnameya hevrêya me, wiha ye:

Navê Kod: Nûcan Cuma
Navê Rast: Şêrîn Silêman Murad
Navê Dayikê: Nûrê
Navê Bav: Silêman

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …