QSDʹê malbata Ermenî ji Reqayê rizgar kir

 

KOBANÊ – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) malbateke ermenî ji bajarê Reqayê xelas kir û gihand Kantona Girê Spî.

Di 8`ê tebaxê de şervanên QSD`ê derdora 150 malbat ji taxên rojavayî Reqayê rizgar kirin. Di nava van malbata de malbateke eremenî jî hebû.

Bajarê Reqayê gelek pêkhate dihewand û piştî destpêkirina aloziya Sûriyê li bajar derdora 60 malbatên mesîhî û ermenî man, lê bi serwerbûna komên çete, hejmar her ku çû kêm bû.

Malbata ermenî ku ji 8 kesan pêk tê, di seat 2 şevê de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin, jina ermenî ya 60 salî Araksî Gomeciyan hin şert û mercên ku jiyan dikir bi me re`yê re parve kirin.

ʹNedihîştin em derkevinʹ

Jina ermenî da zanîn ku ev 60 sal in ew li Reqayê jiyan dikin û wiha behsa ketina çeteyan ji Reqayê re û bandora li ser wan kir: “Dema çeteyên DAIŞ`ê ketin bajar, em di malên xwe de man, me nimêja dikin û mûm pêdixistin û dua ji xwedê re dikir ku me biparêze, ji ber wan dêrên me tev ruxandin.”

Araksî wiha dewam kir: “DAIŞ`î lixwekirina cil û bergên reş li me ferz kir, heta lepikan me li xwe dikir, kî li gor zagonên wan tevnegeriya dê bihata girtin, nedihîştin em malên xwe bifroşin û herin cihên din.”

Li gor Araksî ew malbata dawî ya eremenî di Reqayê de ne û derbarê vê yekê de vê yekê dibêje: “Em malbata dawî ne ku ji Reqayê derketin, em xemgînin, lê tu riyên din li pêşiya me nemabû, şer giran bû, tu derfetên jiyanê weke av û nan nema, me tenê birinc û savar dixwar.”

Me pêşwaziyeke wiha texmîn nedikir

Jina ermenî destnîşan kir ji aliyekî ve ew bi terkirina bajarê ku ku zaroktî û ciwantiya xwe lê derbas kirin, xemgînin lê li aliyê din bi gihandina herêmên ewle kêfxweşin û wiha dom kir: ” me texmîn nedikir ku şervanên QSD`ê û Meclîsa Leşkerî a Sûriyanî bi vî rengî me pêşwazî bikin.”

Em neçarî dayîna pere û dirêjkirina reh kirin

Ji aliyekî din ve, mêrê bi navê Karbîs Gomeciyan destnîşan kir ku dema nû çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajar bû, nêzî gelê ermen nebûn lê pişt re bi demê re rewş hat guhertin û DAIŞ`ê Ciziye ( dayîna pereyan) li xurtên ku temenê wan jor 18 salî re ferz kirin, paşê jî fereman da ku rehên xwe kur nekin û kesê ku feremana wan pêk neaniya, dihat sorgonkirin.

Gomeciyan wiha dewam kir: “Kiryarên derheqê gelê ermen de pêk hat, qirkirin û koçkirina wan hedef digire, gelê ermen cara yekemîn li ser destê Tirkiyeyê rastî qirkirinê hat û cara duyemîn jî DAIŞ`ê, ev yek jî bi armanca valakirina herêmê ji pêkhateyên wê ye.”

ʹDAIŞ nunertiya îslamê nakeʹ

Gomeciyan diyar kir ku wan bi gelek kesên misliman re hevaltî kirin, kêfxweş û şînên xwe bi hev re parve kirin, lê bi ketina DAIŞ`ê re nû mezhet û etnîke nas kirin û wiha dewam kir” Ola Mihemed nakuje, ew oleke efûdar e, em ji çûkaniya xwe de fêrî vê yekê bûn, tu têkiliya wan bi îslamiyetê re tune ne û îslam tu têkiliya xwe bi wan re tune.”

Kêliya derketina ji Reqa

Gomeciyan kêliya derketina wan ji Reqayê wiha wesif kir” tevî xemgîniya me ku em ê bajarê xwe terk bikin, lê kêliya ku me QSD`ê dît, me xelasî û aramî dîtin, QSD`ê em hembêz kirin û ji DAIŞ`ê xelas kirin.”

Tîmên taybet ên rizgarkirin sivîlan di QSD`ê heta niha bi hezaran welatî xelas kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …