Şerê Reqa dijwartir dibe, 17 çete hatin kuştin

REQA – Di şerê ji şevê din ê Reqayê de şervanan erebeyeke bombebarkirî rûxandin û 2 jê segvan bi giştî 17 çete hatin kuştin.

Pêşdeçûna şervanan a rizgarkirina Reqa roja xwe ya 68’an de dewam dike.

Li taxa Reqaya Kevin şervanan erebeyeke bombebarkirî rûxandin, di hundir erebeyê de 2 çete hatin kuştin.

Ji ber erebeya bombebarkirî a hate teqandin, li nêzî şervanan hate teqndin, 4 şervanên QSDʹê birîndar bûn, rewşa hemû birîndaran baş e.

Li taxa Rewda jî şerên dijwar rû dan. Li vir jî 9 çete hatin kuştin.

Li taxa Berîd jî şerên demkî di nav şervanan û çeteyan de rû dan. Di encamê de 6 çete hatin kuştin. Ji van 2 çete segvan in.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …