Li taxa Nezlet Şihade 125 sivîl hatin rizgarkirin

REQA- Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê di taxa Nezlet Şihade de 125 sivîl rizgarkirin. Di nava  va sivîlan de 2 welatiyên bi topên DAIŞʹê birîndar bibûn hebûn.

Tîmên QSDʹê yên taybet ên rizgarkirina sivîlan rizgarkirina sivîlênku çeteyên DAIŞʹê wan di taxên Reqayê de çemberkirine didomîne.

Tîmên taybe ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê li taxa Nezlet Şihade 125 welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên ku di encama topbarana çeteyên DAIŞʹê ya li ser sivîlan de birîndar bibûn hebûn. Di çalakiya rizgarkirina sivîlan de 2 şervanên tîmên tayber ên rizgarkirina sivîlan jî birîndar bûn.

Şervanên tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan û hin şervanên din birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha şervanan av û xwarin ji sivîlên ku hatine rizgarkirin re pêşkêş kirin û wan birin cihên bi ewle ku QSDʹê rizgar kirine.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …