Piraniya wan ji Dêrazorê 39 şervanên jin tevlî QSD bûn

 HESEKÊ –Akademiya Şehîd Rûken dewereya perwedeyê bi navê “Şehîd Evîn” ji 27 jê ji Dêrazorê ne bi girşî 39 şervanên jin ên tevlî QSD’ê bûne re vekir.SEDADE-DAWIKIRINA-PERWERDA-JINE-QSD (2)

Akademiya Şehîd Rûken a leşkerî 25 roj berê dewereya perwerdeyê ji 39 şervanên jin re da destpêkirin. Piraniya jinan ji Dêrazorê ne. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî jî hatin dayîn.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Endama Fermandariya QSD’ê Rojda Şiyar, şervanên YPG/YPJ û QSD’ê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endama Fermandariya QSD’ê Sema Şedadî axivî û dewre li şervanan pîroz kir û wiha got: “Hêzên QSD’ê gelek destkeftî li Bakurê Sûriyê bidest xistine. Ev destkeftî di dema ku li Sûriyê aloziyeke dijwar tê jiyankirin,pêk hatine.  Gelek aliyan îda dikirin ku ji bo demokrasiyê kar dikirin, ema derkete hole ku şerê wan li ser berjewendiyan bû.”

Piştî axaftin bi dawî bû, şervanan soza leşkerî dan û gotin ku ew ê xeta şehîdan bidomînin. Di dawiya merasîmê de jî şervanan li ser tabûran hatin belavkirin.

Piştî merasîm bi dawî bû şervanan xelekên gorvendê gerandin.

Şehîd Evîn ku dewre li ser navê wê hate vekirin di sala 2015’an de di şerê Çerxeriya Panorama ya başûrê Hesekê şehîd bû.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …