Li Reqayê rewşa dawî: 6 çete hatin kuştin, 70 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Li taxên Reqayê di navbera şervanên QSD  û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran dewam dikin. Ji şeva din ta îro vê sibehê  6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li taxên Nehda, Huriye (Azadî) û Berîd di navbera şervanan û çeteyan de şerên giran rû didin. Şervan li van taxan derbên giran li çeteyan didin û pêş de diçin. Di şerê li taxa Huriye de şervanan wesayîteke çeteyan rûxand û 5 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin. Her wiha li heman taxê erebeyeke çeteyan a zirxî jî derbe xwar.

Li taxa Berîd jî şerên dijwar diqewimin. Çeteyekî ku xwest ji taxa Berîd bireve mayîna ku wî çandibû, bi wî de teqiya û hate kuştin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Berîd 70 sivîl rizgar kirin.

Di encamên şerên li taxên navborî de, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …