????????????????????????????????????

Cenazeyê şehîd Cûdî li Tirbespiyê hat veşartin

TIBESPIYÊ – Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Cûdî li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin. TIRBESPIYE-MERASIMA-SEHIDA1 (5)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Beşar El-Wasil (Cûdî) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG′ê ve dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Ibrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat zanîn ku bi hevgirtina gelên herêmê axa welat ji terorê hat rizgarkirin û jiyaneke bi ewle hat avakirin.

Her wiha ji bo koça dawî ya Mam Celal jî sersaxî ji tevahî gelê Kurdistanê re hat xwestin.

Di dawiyê de cenazeyê têkoşer di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …