Meclîsa Sivîl a Reqqayê destek dide koçberan

 

NAVENDA  NÛÇEYAN   -REQQA – Endamê Komîteya Rêveber a kampa Eyn Îsa Celal Eyaf anî ziman ku ew ê li gorî derfetên pêdiviyên koçberan bi cih bînin. 
 Endamê Komîteya Rêveber a kampa Eyn Îsa Celal Eyaf derbarê destekdayîna Meclîsa Sivîl a Reqqayê ji koçberên kampa Eyn Îsa re û rola rêxistinan di kampê de

Celal Eyaf diyar kir ku komîseriya NY a kar û barên rêxitinan û Meclîsa Sivîl a Reqqayê erda kampê dûz kirin û xetên ceyranê kişandin.

 Av û nan…

Celal got ku rojane 2 hezar torbeyên nan ji bajaroka Eyn Îsa, 2 hezar torbe ji Kantona Kobanê û hezar torbe jî ji bajarê Girê Spî li koçberên kampê tê belavkirin.

Her wiha Celal anî ziman ku av jî bi riya xezanên avê li koçberan tê belavkirin.

nasname..

Celal destnîşan kir ku Meclîsa Sivîl a Reqqayê nasnameyan li koçberên kampê belav dike û wiha got: ″Armanca ji vê yekê ew e ku bikaribin ji kampê derkevin û vegerin herêmên xwe.″

Rola rêxistinan

Celal da zanîn ku alîkariyên ku rêxistin pêşkêş dikin, pir kêmin û têra koçoberan nakin.

Endamê Komîteya Rêveber a kampa Eyn Îsa Celal Eyaf di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi koçberan re bibin alîkar.

ÇAVKANȋ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …