Çeteyên DAIŞ′ê 11 kes ji malbatekê kuştin

         

 

  NAVENDA  NÛÇEYAN  – 11 Endsamên Malbata koçber li ser destê çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û alîkariya şervanên QSD′ê 4 Malbata Mihemed Xelef ji bajarê Reqqayê ye, hewl da ji ber zulm û zordariya çeteyên DAIŞ′ê ji bajêr derkeve, lê ji ber gefên çeteyan nediwêrîn derkevin û neçar man li

benda şervanên QSD′ê bin. Bi rojan de, xetereya li ser Endamên malbatê zêde bû, ji ber wê biryar dan ku ji bajêr birevin.

Dema ku gihîştin bendeke çeteyên DAIŞ′ê, çeteyan bi darê zorê ew vegerandin bajêr, vê carê jî berê xwe dan mezraya Salihiyê ya

kîlometreyekî dikeve bakurê bajarê Reqqayê û li wir li benda destekdayînê man.

Lê malbat li mezrayê bû hedefa topên çeteyan, di encamê de 11 Endamên malbatê hatin kuştin û tenê 4 kes man. Derbarê detayên bûyerê de dayîka Ziheye Xelef ku keça wê Renîm (15), kurê wê Mihemed (13) û hevjînê wê Ibrahîm Xelef (40) hatin kuştin, bi çavên tijî hêsir wiha got: ″Me nikarîbû xwe ji nava pençên çeteyan xelas bikin. Zarokên min, hevîjînê min, dayîk û bavê min û zarokên apên min li pêşiya çavên min

DILÎŞAN ÎBIŞ

hatin kuştin. Wê demê ez bêçare mam û ji ser hişên xwe çûm. Dema ku min çavên xwe vekirin, ez li nexweşxaneya Girê Spî bûm.″

Şervanên QSD′ê Ziheye, xwîşka wê û herdû zarokên wê yên cêwî Cuheyne û Wîdad (10) xwe rakirin nexweşxaneyê. Ziheye spasiya şervanan kir û hêviya serkeftinê ji wan re kir.

Beriya du rojan herdû zarokên cêwî rakirin nexweşxaneya Kantona Cizîrê da bêne dermankirin.

Navên Endamên malbatê yên ku hatin kuştin wiha ne″Huda Yûsif (76), Xalid Xelef (80), Mihemed Xelef (13), Renîm Xelef (15), Ibrahîm Xelef (40), Yûsif Xelef (30), Huda Xelef (20), Umer Xelef (50), Ehmed Xelef (17) û Lema Xelef (15)″.

ÇAVKANȋ:HAWAR

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …