Mcgûrk: Serokê DYA`yê biryara çekdayîna YPG`ê daye

 

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj   – Nûnerê Serokê DYA’yê Donald Trump di Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ`ê, Brett Mcgûrk da zanîn ku biryara çekdayîna YPG`ê rasterast ji aliyê Serokê DYA`yê Donald Trump ve hatiye dayîn.

Mcgûrk li Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku Serokê DYA`yê bi xwe biryara dayîna çekên giran ji bo YPG`ê daye.

Brett McGûrk bi bîr xist ku dana çekên giran, di nav biryara serokê berê yê DYA`yê Barack Obama de tune bû.

Di roja 9`ê gulanê de care yekemîn bû ku Amarîka biryara dayîna çekan ji bo YPGʹê da. Berdevkê Fermî yê Fermandariya YPGʹê Rêdûr Xelîl têkildarî biryara Dewletên Yekbûyî yên Amarîka ya çekdayîna YPGʹê daxuyanî da û diyar kir ku biryareke dîrokî ye û dê biryarên erênî û bi lez di şerê li dijî teroristan de bi xwe re bîne.

ÇAVKANȋ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …