Meclisa Minbijê 4 Şehîd Ji Bo Rizgarkirina 2 Zarokan Dan

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro danê sibê di hewldana rizgarkirina 2 zarokên birîndar ên ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Dendeniyê yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê de, 4 şehîd ji şervanên xwe feda kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê vê sibehê bi topên giran zeviyek şêniyên gundê Dendeniyê topbaran kir, ku di encama topbaranê de 2 zarok birîndar bûn. komek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl dan xwe bigihînin birîndaran û rakin nexweşxaneya bajarê Minbicê lê ji aliyê belafirên keşfê yên dagirkeriyê ve hatin bombebarankirin û di encamê de 4 şervan şehîd û birîndar bûn.
Piştî hewldanên dijwar, şervanên meclîsê karîn her du zarokan rizgar bikin û veguhestin nexweşxaneya bajarê Minbicê
Balafireke keşfê ya dagirkeran jî gundê Ereb Hesen bombebaran kir, û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da.
Ji sibeha roja sêşemê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane û bê serûber gundên bakur, rojava û rojhilatê bajarê Minbicê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek sivîl û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn. ziyaneke mezin giha zevî û milkên sivîlan.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …