Rêhevalê Me Aslan Piştî Rêwîtiyeke Dirêj A Têkoşîna Bi Rûmet Gihişt Asta Şehadetê

Piştî têkoşîneke demdirêj di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di hemû qonaxên wê yên dijwar de, û piştî beşdarbûna di hemû qonaxên avakirinê de ku destkeftiyên hemû pêkhateyên herêmê bê westan bi dest xist, hevrêyê me Aslan Alkan gihişt şehadete.

Rêhevalê me Aslan li bajarê Serêkaniyê di nava malbateke Ereb a kedkar û welatparêz de ku gelek zarokên xwe di rêya azadiyê de feda kir, ji dayik bû, perwerdeya xwe ya bingehîn li bajarê xwe dît û piştre tevlî Fakulteya Zanistên Siyasî li zanîngeha Şamê bû, piştre di sala 2014an de tevlî nava refên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû,û  jiyana xwe ya şexsî li pey xwe hişt, û jiyana xwe ya mayî ji bo parastina pêkhateyên heremê pêşkêş kir.

Rêheval Aslan gelek dewreyên perwerdehiya Îdeolojî û leşkerî dît, û di gelek karên şoreşgerî de cih girt, li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk tevlî gelek hemleyên leşkerî bû û di vê demê de bû şahidê şehadeta bi dehan ji hevalên xwe yên ku di nav wan de birayê wî û 2 pismamên wî jî hebûn. Buyerên şehadeta bira û pismamên wî îradeya wî ya tekoşînê zêde kir ku armanc û daxwazên şehîdan pêk bîne.

Şehîd Aslan bi dilnizmî û exlaqê xwe dihat naskirin, wextê xwe di nav rêhevalên xwe de derbas dikir, bi sebir bû û paşvekişînê nedizanî, ji bo bicihanîna erkên ku jê re hatibûn spartin, pir bi israr bû.

Rêhevalê me Aslan li bajaroka El-Erîma ya dikeve rojavayê bajarê Minbicê, dema ku di nava refên Meclîsa Leşkerî ya El-Babê de erka xwe ya leşkerî dikir, di encama teqîna mayînekê de gihişt asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji rêheval û malbata şehîd re dixwazin, em soza xwe ya mezinkirina têkoşînê li dijî hemû hêzên ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin nû dikin, û ji bo  bi cih anîna hemû armancên şehîdan em ê têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe biparêzin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê kod: Aslan Alkan

Nav û paşnav: Ammar El-Ehmed

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Sitam

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, 1991

Cih û Dîroka Şehadetê: El-Erîma, 02.06.2023

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

05 Hezîran 2023