Ji Hemû Şervan Û Fermandarên Meclîsa Leşkerî Ya Minbicê Û Gelê Minbicê Re

Di çarçoveya tekoşîneke demdirêj a bi rûmet û pîroz de, Şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê careke din helwestên leheng û qehremanane ku di rastiya xwe de girêdana bi xaka xwe û parastina gel nîşan dide raber kirin, û li himber hêzên dagirker û terorê de, ji bo armancên mezin herçiqasî berdêl giran be jî rihê fedayî raber kirin.
Îro danê sibê û di berdewamiya hovîtiya xwe û terora xwe de, dewleta Tirk a dagirker bi obîsan gundên ewle yên Minbicê bombebaran kir, ku di encama bombebaranê de 2 zarokên ku alîkariya malbatên xwe di berhevkirina çandiniyê de dikirin, birîndar bûn. Di encamê de komek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi qehremanî û lehengî destwerdan kirin da ku her du zarokên birîndar rizgar bikin û rakin nexweşxaneyê, lê dagirkeriya ku her tim qanûnên mirovî yên navneteweyî binpê dike, êrîşek tirsonek û ne merd bi deronan pêk anî û şervanên ku xwestin wan zarokan rizgar bikin hedef girtin, ji ber êrîşê 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hemwextî ku em sersaxiyê ji gelê xwe û malbat û hevrêyên şehîdan re dixwazin, ji ber helwesta wan a qehremanane fermandar û şervanên Meclîsa Minbicê û gelên herêmê pîroz dikin. Helewsta bi rûmet a herçar şehîdan û hevalên wan careke di nîşan dide ku hêzên me bi hemû şervan û fermandarên xwe ji her demê zêdetir li hemberî dagirkeriyê amade ne ku tekoşîn bikin û gelê xwe biparêzin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê herêmê û dîroka wê rola lehengî ya hevrêyên me yên şehîd di Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ji bo rizgarkirina zarokên birîndar û parastina heremê ji bîr nakin û dilsoziya bi fedekariya wan re wê pozîsyona gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
14 Hezîran 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …