BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj – GIRÊ SPÎ – Li mezraeya El-Yermûk a bakurê rojavayê bajarê Reqqayê mayinek ku çeteyan bi cih kiribûn teqiya, di encamê de 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 2 din jî birîndar bûn.
Sivîl ji bajarê Reqqayê koçber dibin û berê xwe didin herêmên ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Şêniyên koçber dibin û berê xwe didin herêmên ji aliyê şervanên QSDʹê ve hatine rizgarkirin. Li mezraeya Yermûk mayînek ku çeteyan çandibû bi 4 koçberan de teqiya, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û ciwanê bi navê Mihemed Elî El-Hiso (16) û Ebdulhemîd El-Mutî (20) birîndar bûn.
Dema mayîn teqiyaq demildest hêzên QSD`ê birîndar rakirina nexweşxaneya El-Wetenî ya Girê Spî. Akîba tenduristiyê diyar kir ku rewşa birîndaran piştî dermankirin baş bûye.