BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj – MINBIC – Koçberên kampa rojhilatê Minbicê yên bi rojî, ji ber tunebûna madeyên xwarinê gelek zehmetiyan dikişînin.
Li kampa rojhilatê Minbicê roj bi roj hejmara koçberên ku ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê ji gundewarên Reqqayê direvin, zêde dibe. Koçberên kampê rojiya xwe digirin, lê madeyên xwarinê tune ne.
Koçberê bi navê Hesen El-Xelef hezmetiyên ku koçber di meha rojiyê de dikişînin wiha vegot: ″Em li rojiyê digirin, lê tiştek tune ye ku em bixwin. Tevî vê yekê jî rêxistin bi me re nabin alîkar.″
Her wiha koçberê bi navê Ibrahîm Emîn ku ev 7 rojin li kampê bi cih bûye, jî da zanîn ku bi hatina meha rojiyê re ne av, ne xwarin, ne ceryan û ne madeyên sotemeniyê hene û wiha domand: ″Li hember vê rewşa me ya dijwar, rêxistinên mirovî bêdengin.″
Koçberan bang li rêxistinên mirovî yên herêmî û navneteweyî kirin ku di meha rojiyê de, di milê madeyên xwarinê de destek bidin wan.
Ji aliyê xwe ve Endama Rêveberiya kampê Henan Îsa destnîşan kir ku meha rojiyê hat û koçberên ku rojiyê digirin birçî dimînin, ji ber ku madeyên xwarinê nayên peydakirin.
Henan di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên herêmî, navneteweyî û cîhanî kir ku bi koçberan re bibin alîkar.
ÇAVKANÎ:HAWAR