Çima çeteyên Tirkiyê li Şehbayê nakokiyan jiyan dikin?

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj  – ŞEHBA– Artêşa Tirk a dagirker hewldanên xwe yên tirkirina herêmê didomîne. Malbatên Turkmen ji Îraqê tîne herêmên Şehbayê û bi wan aliyekî ji pirojeya xwe pêk tîne. Ev pirojeya dewleta Tirk rastî ne razîbûna hin komên çete tê û ev dibe sedema nakokiyan di navbera wan de.

Artêşa Tirk a dagir kir di 24ʹê tebaxa sala derbasbû yî de bi hinceta şerê DAIŞʹê herêma Şehbayê ya di navbera Cerblus, Ezaz û Babê de bi alîkariya komên çete dagir kir. Piştî dagirkirinê niyetê Artêşa Tirk eşkere bû ku ew dixwaze dîmografiya herêmê dagir bike.

Piştî derbasbûna salekê Artêşa Tirk aliyek ji pirojeya xwe ya guhertina dîmografiya herêmê pêk anî û hîn jî didomîne. Arêtşa Tirk malbatên Turkmen ji Îraqê û taxa Weir a Humsê anîn û li gundên kurdan û gundên ereban ên siyasetên wan qebûl nekirin, hatine koçberkirin bi cih kirin.

Tişta ku bale dikşîne ew ku niha ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker nakokiyên komên çete ranewestiyane. Çavdêr dibêjin ku nakokiyên dawî yên di nava komên çete de ku diheêrmê de pêk hatin pîlanên Tirkiyê yên di herêmê de eşkere kiriye.

Di nava komên çete yên turkman ên bi navê Sultan Murad, Şah Silêman, Mutesim Bilah û komên ne Turkman wekî çeteyên Cebhet El-Şamiye, Ehrar El-Şam û Feyleq El-Şam de rû didin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di herêmên Şehbayê de nêzî 100 çete hatin kuştin û 200 birîndar bûn. Piraniya şeran li herêma Rayî, Cerblus û Babê de rû dan.

Çavkaniyên din destnîşan kirin ku Artêşa Tirk di civîneke dizî de ku di navbera Fermndarên Tirkiyê û hin fermandarên komên çete yên Turkmen de û di serî de koma Sultan Murad pîlan kirin ku koma çete ya bi navê Cebhe Şamiye û Ehrar El-Şerqiye tune bikin. Çavkaniyan gotin ku ev pîlana Tirkiyê di çarçoveya pêkanîna pîlanên Tirkiyê ya di herêmê de pêk hatiye.

Çavkaniyekî ji ANHAʹyê re destnîşan kirin ku Artêşa Tirk 600 malbatên turkmen ji Îraqê anîn û li herêmên Rayî, Cerblus û Babê bi cih kirin. Di demên berê de Arêtşa Dagirker 100 malbatên turkmen ji îraqê anîbûn herêmê.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku herêmên ku Arêtşa Tirk dagirkirine wekî 2 beşan hatine parçekirin, beşek ji wan tiştê Tirkiyê pîlan kiriye pêk tîne, komên li wê derê li gorî siyasetên Tirkiyê pêk tên. Beşê din jî çeteyên wê tam li gorî siyasetên Tirkiyê tevnagerin.

Çavkanî destnîşan kir ku herêma yekem dinavbera Cerblus, Bab û Raî de ye. Herêma duyemîn jî di navbera Rayî û Ezaz de ye û got ku herêma yekemîn bûne herêma dagirkeriya Tirkiyê û alên Tirkiyê li ser wê hatiye rakirin. Li vê herêmê bi sedan malên Turkmen ên ji derve anîne herêmê hatine bicihkirin. Navê bajaroka Rayî jî wekî Joban bay binav kirine. Her wiha navê Çiyayê Eqîl jî wekî çiyayê Libolint el-Bîrak binav kirine, ew jî navê fermandarekî Tirkiyê ku li ser wî çiyayî hate kuştin.

Beşê duyemîn ê pirojea Tirkiyê ya Tirkirina heêrmê pêk ne hatiye, ev yek jî ji ber ku komên çete yên bi navê Cebe El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye û Feyleq El-Şam tam pirojeya Tirkiyê tam qebûl nekirine. Hebûna van koman di herêmê de pir bi xurtî ye.

Koma Cebhet El-Şam li Ezazê belav dibin û koma Feyleq El-Şam li Extirînê ya girêdayî Babê belav dibe. Endamên komên çete li van herêman bi hezaran belav dibin. Komên çete yên Ehrar El-Şeriqiye li derdora bajaroka El-Raî belav dibin.

Çavkanî destnîşan kir ku Artêşa tirk civînek din li Cerablusê bi komên turkmen re lidar xist û pîlan kiriye ku koma Cebhet El-Şamiye û Ehrar El-Şerqiye û Feyleq El-Şam tune bike.

Piştî civînê Artêşa Tirk 4 hezar leşkerên xwe li ber deriyê Kermekîş û Rayî bi hinceta pêkanîna ewlekariyê bi cih kirin.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …