Li taxa Kurdan ceng giran e, QSD‘ê pêş de diçe

REQA– Şervanên QSD‘ê li taxa Kurdan a Reqayê 13 çete kuştin û motosklêke bombebarkirî ku xwest xwe di nav wan de biteqîne, bê bandor kir. Her wiha 35 sivîl jî rizgar kirin.

Li taxên Nehda, Azadî, Hina, Emin û taxa Kurdan ên Reqayê  şerê di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk û çeteyên DAIŞ‘ê bê navber berdewam dike.

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk li taxa Kurdan pêş de diçin û çete di taxê de tengav kirine, di encama şerê li vê taxê 13 çete hatin kuştin. Çeteyên ku li hember pêşdeçûnên şervanan bê çare mane, êrîşên xwekujî pêk tînin û sivîlan ji xwe re wekî mertalên zindî bi kar tînin. Çeteyên ku hewl dan motosklêtke bombebebarkirî di nava şervanan de biteqîne, hewldanan wan ji aliyê şervana ve hate şikandin.

Li aliyekî din, 35 sivîl ji aliyê şervanên QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …