YPG’ê encama êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir

 Navenda Ragîhandina YPG’ê derbarê êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser sînorê Rojav daxuyaniyek û encama êrîşên wan ên 15 rojan esker kir.

Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hatiye weşandin wiha ye:

“Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di van 15 rojên dawî de şev û roj bi navber êrişên leşkerên Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Rojava û bi taybet jî li ser navçe û gundewarên Kantona Efrînê berdewam kirin. Di êrişan de topên hawanê, obûs, katyûşa, tang, çekên doçka, BKC, B7 û çekên ferdî têne bi kar anîn. Êriş bi giranî li ser êniyên navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên Kantona Efrînê pêk tên. Hêzên me jî di heman wextî de bersiva êrişên çeteyan didin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn têne jiyankirin. Her weha balafirên keşfê yên bê mirov li ser navçeyên Raco û Şiyê yên Kantona Efrînê jî di nav de li ser herêmên mijara gotinê digerin û keşfê dikin. Encamên hin êriş û şerê ku di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de hatine jiyankirin wiha ne;

Di dîroka 19.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji aliyê Rojavayê Ezazê ve xwestin ku di mile Vîla Çelebî yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê de rê çêkîn. Lê hêzên me mudaxeleyê çeteyan kirin û di encam de çete paş de reviyan.

Dîsa saet di navbera 17:00 û 18:00an de li Gundê Qere Hesen yê li ser sînorê Tirkiyê ku dikeve navbera Tirbespiyê û Qamişlo, karkerên ku di nav zeviyên xwe de karê çandiniyê dikirin ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin gullebaran irin. Di encama gullebarana leşkerên Tirk de jineke ducanî ya bi navê Nalîn Xelef jiyana xwe ji dest da.

Her weha di heman dîrokî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê gullebaran kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan û di encamê de wesayîteke çeteyan a doçka li ser hat rûxandin. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 24.09.2017an de çeteyên ku dixwestin êrişî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bikin ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di encam de li gor agahiyên ku hatine bidest xistin çeteyek birîndar bûye. Dibe ku kûştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetir bin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin”.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …