Şervanên Bagera Cizîrê li çar baskan pêş ve diçin

 

DÊRAZORÊ – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li 4 baskên Pêngava Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe didomînin û şervanan pêşveçûna xwe didmînin. Zêdeyî 10 çeteyan hatin kuştin û miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hemû hêzên di bin banê QSD’ê de ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne di her çar paskan de pêş ve diçin. Li baskê Siwer şervanan li nava bajarokê Siwer  de opersyon dan destpêkirin. Di encamê de cenazeyên 6 çeteyan ket destê şervanan. Her wiha şervanan 4 panzêr, hemerek, erbeyeke teqemeniyê, 5 kilaşinkof, sîlaheke suqastê, yek M16 û hawanek 82 kestin ji aliyê şervanan ve hatin destserkirin.

Li vir şervan xebatên paqijkirina bajarok bê navber didomînin.

Di baskê mergeda de jî şervan pêş ve diçin.  Li vir 4 çete hatin kuştin, hawanek çeteyan hate ruxandin. Li herdû baskên din jî şervan pêş ve çûna xwe didomînin.

Fermandariya QSD’ê 2 roj berê daxuyaniyek da û qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê destpê kir. Fermandariyê got ku hêzên wan êdî ji 4 baskan dikevin tevgerê.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …