GIRÊ SPÎ – Artêşa Tirk a dagirker li gundê Sûsikê dema erebeyên sivîlan derbas dibûn bi çeka doçka êrîş kirin.
Şervanên QSD`ê ji bo parastina sivîlan yekser bersiv dan û li derdora gund di navbera QSD û hêzên dagirker ên Tirk de şer derket û ta vê kêliyê jî dewam dike.
Ji aliyekî din ve jî artêşa dagirker gundê Sûsikê topbaran dike.
Di encama topbaranê de zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.
Gundê Sûsikê 9 km li rojavayî bajarê Girê Spî dikeve.