MINBIC – Ji ber topbarana arêtşa Tirk a dagirker li ser gundên El-Hoşeriyê û Cat ziyanên madî gihaşin mal û milkên sivîlan.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi çekên giran bê serûberê êrîş anîn ser gundên El-Hoşeriyê û Cat ên bakurê rojhilatê Minbicê. Li ser bersivdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer dert û saetekê dom kir. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîş şikandin û leşkerên artêşa dagirker neçar kirin ku paşde vekişin.
Ji ber topbarana artêşa Tirk ziyanên madî gihiştim milkên sivîlan.
Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe yên li ser Efrînê ve ku di 20‘ê Çileyê de destpê kir çeteyên Mertala Firatê car caran êrîşî gundên bakurê rojhilat û rojavayê Mibicê dike. Êrîşên çeteyan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin şikadin.