EFRÎN – Di encama topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Zeytûnak a navçeya Şera de welatiyekî sivîl şehîd bû.
Artêşa Tirk a dagirker şeva din bi awayekî dijwar gundê Zeytûnak topbaran kir. Nûçegihanê me ji herêmê raghandin ku di encama topbaranê de, welatiyê sivîl ê bi navê Ehmed Mihemed Horo (77 salî) şehîd bû.