Li Reqqayê xetên parastinê yên çeteyan yek bi yek têk diçin

REQQA – Şervanên QSD`ê roj bi roj xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ`ê li Reqqayê  têk dibin û pêşveçûyîna xwe ber bi navenda bajarê ve  dewam dikin.REQQA-SER-BERDEWAME ‫(181600773)‬ ‫‬

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 23`yemîn de didome. Şervanên QSD`ê heta niha 6 taxên Reqqayê(El-Meşleb, Sînaa û Betanî li aliyê rojhilat û Sibahiyê, Romaniyê û El-Qadisiyê aliyê  rojava) rizgar kirin. Li taxên Hitîn, Yermûk û El-Nehda yên aliyê rojava û taxa El-Rewda li aliyê  rojhilatî bajar, şerên giran rû didin.

 

https://youtu.be/0iMVk9Z6Rvc

li taxa  El-Nehda ku yek ji xetên parastinê yên çeteya ne, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat şikandin û şervan di taxê de bi pêşve diçin.

Nûçegîhanê  me, bi şervanên QSD`ê yên li taxa El-Nehda  ku niha şerên giran li wir deqemine, geriya û dîmen û wêneyên ku  asta dijwarbûna şerê li wir diyar dibe, kişandin.

Her wiha li  taxa navborî di encamên şerên giran de bi dehan çete hatin kuştin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …