Hewildanên çeteyên Tirkiyê ya dagirkirina Til Midîq didomin

ŞEHBA – Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji cotmeha 2016`an ve hewil didin ku gundê Til Midîq careke dîtir dagir bikin û duh dîse topbaran kirin. 

Nûçegîhanên  me yên ku herêma Şehba dişopînin agahî dan ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker saet 1:30 gundê Til Midîq topbaran kirin.

Çeteyan heyanî saetên sibehê dem bi dem gundê Til Midîq topbaran kirin û zêdetirî 10 topî li gund xistin. Di encamê de ziyan gihîşte mal û mulkê şêniyan.

Gundê Til Midîq nêzî bendava Şehba ye û şervanan cotmeha 2016`an gund ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Ji rizgarkirine heyanî niha çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîş vî gundî dikin û dixwazin careke dîtir dagirbikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …